• Wednesday, 18 February 2026
logo

Erdogan: Pêngava din ji Minbic heta Şingalê ye

Gulan Media March 20, 2018 Nûçe
Erdogan: Pêngava din ji Minbic heta Şingalê ye
Serokomarê Tirkiyê ragihand, ew dê piştî Efrînê êrişên xwe bo ser YPGê û PKKê li tevahiya axa Rojavayê Kurdistanê heta nav sînorê Iraqê berdewam bikin.



Recep Tayyip Erdogan îro li Enqere ya paytexta Tirkiyê di merasîmeke tyabet bi dadwer û dozgeran de gotarek pêşkêş kir û derbarê operasyona artêşa wî welatî li Efrînê axivî.



Erdogan ragihand, ew li Efrînê nasekinin û piştî kontrolkirina Efrînê, Tirkiye dê vê pêngava xwe li Minbic, Kobanê, Serê Kaniyê û Qamişlo jî berdewam bike, daku korîdora li ser sînorê Tirkiyê ji holê rake.



Erdogan amaje bi operasyona artêşa Tirkiyê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kir û got, çûna hêzên wî welatî bo nav axa Sûriyê ji bo dagîrkariyê nîne û îdia kir, ku ew “ji bo avakirin û avedankirinê” li wê derê ne.



Bi gotina Erdogan, Tikriye wan operasyonan tenê ji bo aramiya xwe nake, lê belê ji bo ewlehî û aramiya xelkê Ereb, Kurd, Turkmen û pêkhateyên din ên herêmê jî dike, ku wî weke “birayên me” bi nav kir.



Hêzên Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê duh Yekşemî 18ê Adara 2018ê derbasî navenda bajarê Efrînê bûn û kontrolkirina bajêr ragihandin.



Erdogan amaje bi egera pêkanîna operasyoneke leşkerî di nava axa Iraqê û li bakurê Iraqê jî kir û got, eger pêwîst bike, ew dê li bakurê Iraqê jî li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyonê pêk bînin. Erdogan bi taybet amaje bi devera Şingalê kir û got, li wê derê Qendîla Duyem tê avakirin.



Serokomarê Tirkiyê diyar kir, eger mijara PKKê li Şingalê berdewam be, dê operasyoneke din a Çiqla Zeytûnê li wê derê rû bide, weke amaje bi operasyona Tirkiyê ya li Efrînê, ku navê Çiqla Zeytûnê lê hatiye kirin.



Recep Tayyip Erdogan da zanîn, ku wan derbarê metirisya Tirkiyê ji hebûna PKKê li Şingalê de hikûmeta Iraqê agahdar kiriye û gefa wê yekê xwar, eger ku Bexda meseleya hebûna PKKê li Şingalê çareser neke, Tirkiye dê bi xwe û bi operasyoneke leşkerî wê mesleyê çareser bike.



Erdogan ragihand: “Me ji hikûmeta navendî re gotiye, li wê derê Qendîla Duyem tê avakirin, eger hûn çareser nekin û hûn PKKê paqij nekin, em dê bi xwe bikevin tevgerê û wan kampan bixin bin kontrola xwe. Em dê şevekê ji nişka ve herin Şingalê.”



Derbarê gotûbêjên navbera Bexda û Enqerê bo destpêkirina operasyonekê li dijî PKKê di nava axa Iraqê de, Serokomarê Tirkiyê got: “Hêj ti encamek ji hevdîtinên me yên li gel hikûmeta Iraqê derbarê PKKê de derneketiye. Me ji wan re got, li Şingalê Qendîla Duyem di rojevê de ye, eger hûn dê çareser bikin, bikin, egera na em dê şevekê ji nişka ve bihên. Me got, bidin Tirkiyê daku em herêmê ji PKKê paqij bikin, wan jî got, her dema ku pêwîst be, em dê we agahdar bikin, lê belê heta niha ti agahiyek ji Bexdayê ve nehatiye.”

Rudaw
Top