• Wednesday, 18 February 2026
logo

Şandeke Wezareta Derve ya Amerîkî çû Minbicê

Gulan Media March 19, 2018 Nûçe
Şandeke Wezareta Derve ya Amerîkî çû Minbicê
Şandeke Wezareta Derve ya Amerîka serdana bajarê Minbicê yê Rojavayê Kurdistanê kir û ligel bepirsên rêvebir ên Minbicê civiya.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, îro Şanda Amerîkî bi Serokatiya Şêwirmendê Wezareta Derve ya Amerîka William Roebuck serdana Minbicê kir û di civînekê de ligel Rêveberiya Sivîl ya Minbicê William Roebuck tekez kir, hêzên Amerîkî dê li Minbicê bîmînin û alîkariya wan di warên leşkerî, aborî û siyasî de berdewam be.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çawîşoglu berî çend rojan gotibû, wan digel Amerêkayê lihev kirine û YPG li Minbicê namîne. Got jî, piştî ku YPG ji Minbicê vekişiya, dê leşkerên Tirkiye û Amerîkayê bi awayek hevbeş Minbicê bi rê ve bibin.

Lê Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert li gotinên Çawûşoglu got: “TI rêkeftin ligel Tirkiye nehatine kirin, hevdîtin hene, lê rêkeftin nebûne”.

Peyamnêrê me da zanîn, ji aliyê Rêveberiya Minbicê ve her yek ji Hevserokên Encûmena Zagonzas Faroq El-Maşî û Nerîfe Xilo û Hevserokê Encûmena Cibicîkar Îbrahîm Qeftan û hin endamên din beşdarî civînê bûbûn.

K24
Top