• Wednesday, 18 February 2026
logo

Alayeke mezin ya Kurdistanê li çiyayê Başîkê hat hildan

Gulan Media March 19, 2018 Nûçe
Alayeke mezin ya Kurdistanê li çiyayê Başîkê hat hildan
Li devera Başîkê ya Başûrê Kurdistanê alayeke mezin ya Kurdistanê hat bilindkirin, sibê jî dê agirê Newrozê li heman cêyê were pêxistin.

Îro bi amadebûna bi dehan pêşmerge, alaya Kurdistanê li ser çiyayê Başîkê hat bilindkirin.

Ew alaya han ji aliyê Fermandariya hêzên zirêvanî yên li deverê de hatiye bilindkirin û dirêjahiya wê alayê 6 metre û firehiya wê 2 metre û stûna wê jî 14 metre ye.

Vê sibê êwarê jî li heman cêyê bi merasimeke berfire agirê Newrozê were pêxistin û cejna Newrozê were pîrozkirin.

Top