Peyama PKKê li ser Efrînê
Di daxuyaniya ku ji aliyê Komîteya Rêveber a PKKê ve hatiye belavkirin de êrişên Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê weke “êrişên dagirkeriyê” hat diyarkirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Xelkê Efrînê û şervanên wê, peywirên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîne. Niha erk û peywir li her derê û li stûyê her kesî ye.”
Komîteya Rêveber a PKKê di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser wê yekê ku bêyî razîbûn û piştgiriya Neteweyên Yekbûyî, Amerîka, NATO, Yekîtiya Ewropayê, Rûsya, Îran û rêveberiya Esed ev operasyon nayê pêkanîn û ragihandiye:
“Gelek eşkere ye ku berxwedana serdemê ya Efrînê rastiya cîhana vê rojê cardin bi awayekî zelal ronî dike û bi eşkere kesên ku tawana komkujiyê dikin û kesên ku dibin şirîkên wan derdixe holê. Dema ji eyneya berxwedanê Efrîn tê temaşekirin, bi awayekî eşkere diyar dibe ku di destpêka sedsala 21an de mirovahî ji ezmûneke rasteqîn derbas dibe.
Birastî, bû du meh xelkê Efrînê û hêzên berxwedanê ku bi qehremanî li dijî êriş û komkujiya herî hovane ya dîrokê li ber xwe didin, erkê xwe yê dîrokî bi awayekî serkeftî bi cih aniye. Niha erk û peywir li her derê û li stûyê her kesî ye. Ji bo azadî û demokrasiyê çi dê were kirin, divê niha were kirin.”
Artêşa Tirkiyê operasyoneke bi navê "Çiqlê Zeytûnê" li dijî Efrîna Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin û îro di roja 58an a operasyon de grûpên çekdar ên girêdayî Artêşa Tirkiyê derbasî navenda Efrînê bûn.
Rudaw
