HSD şervanên xwe ji Dêra Zorê dikişîne
Lîlwa Ebdella ji ajansa Hawar ya nêzîkî YPGê re got: "Bi sedema êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, emê operasyona Bagera Cezîrê rawestînin û hêzên xwe ji Dêra Zorê bikişînin û li Efrînê belav bikin".
Û got jî: "Bi sedema bordûmana artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, em neçar in bi awayekî demkî operasyona xwe rawestînin û emê hêzên xwe ji rojhilatê Firat bibin sengerên beramberî artêşa Tirkiyê. Rawestandina êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê giringtirîn sedemên kişandina hêzên me ye ji rojhilatê Firatê".
Lîlwa Ebdella diyar kir, ku êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê xizmeta çekdarên DAIŞê dike û mana wan li Sûryê dirêjtir dike".
Ev yek di demekê de ye, ku îro 18/3/2018an, serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan dagîrkirina Efrînê ragihand û got: "Ala Tirkiyê li navenda Efrînê hatiye bilindkirin".
Di sala2017an de, Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) ji bo rûbrûbûna çekdarên DAIŞê li Dêra Zorê, operasyona Bagera Cezîrê ragihand, wek fermandeyên wê hêzê dibêjin, niha bisedema şerê Efrînê bi awayekî demkî ewê operasyonê rawestînin.
K24
