Şandeka Amerîkî li Şêxanê bi nûnerên êzîdiyan re hevdîtin kir
Endamê encumena rûhanî ya êzîdiyan Kerîm Silêman ji BasNewsê re got, duh êvarê şandeka Amerîkî ku konsulê Amerîka yê Hewlêrê û çend dîplomatên din yên Amerîkî pêk hatibû, li bajarokê Şêxanê bi nûnerê mîrê êzîdiyan Hazim Mîr Tehsîn Beg û Babe Şêx û endamên encumena rûhanî ya êzîdiyan re hevdîtin kirin.
Kerîm Silêman her wiha got, di civînê de nûnerên êzîdiyan behsa derd û kulên êzîdiyan kirin û daxwaz ji şanda Amerîkî kirin alîkariya êzîdiyan bikin.
Wî endamê encumena rûhanî ya êzîdiyan anî ziman ku şanda Amerîkî jî soz da alîkariya kurdên êzîdî bike bi taybet bo êzîdiyên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne.
Basnews
