47 hemwelatiyên Efrînê yên sivîl şehîd bûn!
Ajansa Hawar a nêzîkî YPG ragihand: "Bi sedema êrîşa artêşa Tirkiyê, ji duh ve 47 kesên din ên sivîl li navenda bajarê Efrînê şehîd bûne".
Li gorî wê ajansê, "Piraniya ew kesên di encama bordûman û topbaranê de şehîd bûne, zarok û jin in, ku di nav wan de 16 zarok û 14 jin hene".
Ev yek di demekê de ye, ku duh firokeyên cengî yên Tirkiyê bi sê mûşekan nexweşxaneya Avrîn ya Efrînê bordûman kirin, di encamê de 9 welatiyên sivîl şehîd bûn û hejmareke welatiyên din jî, birîndar bûn e.
Bi gotina berpirsên Tirkiyê, ev çend roj in bajarê Efrînê ji aliyê hêzên wan ve hatiye dorpêçkirin û berpirs û fermandeyên YPG didin xuyakirin ku ew ji Efrînê dernakevin.
Li gorî amarên Encûmena Tendirustiya Efrînê, heya niha nêzîkî 300 welatiyên sivîl şehîd bûne û bêtirî 600 hemwelatiyên din jî birîndar bûne.
Basnews
