Peyama hikûmetê ji bo bîranîna kîmiyabarana Helebçeyê
Di demekê de ku tawana kîmiyabarana Helebçeya Şehîd 5 hezar şehîd li pişt xwe hiştin, nêzîkî 10 hezar birîndar jî xistin nav jiyanake tijî derdeserî û heta mane di nav jan, êş û azaran de bijîn û ti lezetê ji jiyana xwe nebînin û ew bibin şahidê wê tawana mezin ya dijî mirovî, xweza û jiyanê li ber çavên cîhanê encam da û hîngê tu kesî li ser vê tawana mezin deng nekir, tawanek ku mezlumetiya gelê Kurdistanê û hovatiya desthilatdarên berê li Bexdayê bi hemû cîhanê nîşan da.
Di vê yada bi xem û kovan de, em careka din dupat dikin ku em li gor şiyananxwe ji bona xizmetkirina Helebçeyê xemsarî û kêmasiyê nakin û em careke din daxwazê ji dewleta Îraqê dikin ku, erk û wezîfeya ser milên xwe derbarê qerebû kirina qurbaniyan û avedan kirina Helebçeyê bi cih bîne û civaka navdewletî jî rê nede ku careka din tawaneka bi vî awayî li tu derên din li ser zemînê dubare bibe.
Nemirî ji bo şehîdên Helebçe û hemû şehîdên Kurdistanê
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
16.03.2018
