• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hejmara koçberên Efrînê bilind û zêde dibe!

Gulan Media March 17, 2018 Nûçe
Hejmara koçberên Efrînê bilind û zêde dibe!
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehand, hejmara koçberên bajarê Efrînê bilind bûye.

Li gor raporta Rewangeha Sûrî, şer û pevçûnên giran di navbera YPGê û artêşa Tirkiyê de li gundên Efrînê pêkhatine û şeva borî 16.03.2018ê heta ber bi sibeya îro 17.03.2018ê jî şer berdewam bûye.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehandiye, ji êvara 14.03.2018ê heta naha zêdetirî 150 hezar hemwelatiyên Efrînê ji ber şer mal û milkên xwe bicîh hiştine û koçberî navçeyên bin destê desthilatiya rejîma Sûriyê bûne.

Basnews
Top