• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mike Pence bo Ebadî: Ji ber vebûna firokexaneyên Kurdistanê kêfxweş im

Gulan Media March 16, 2018 Nûçe
Mike Pence bo Ebadî: Ji ber vebûna firokexaneyên Kurdistanê kêfxweş im
Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî peywendiyeke telefonî encam dan û di axaftinê de Mike Pence ji ber vekirina firokexaneyên Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe anî ziman.



Li gor daxuyaniya Koşka Spî, Mike Pence ji ber vekirina firokexaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê û ji aliyê hikûmeta navendî ve şandina mûçeyên beşeke karmendên Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe aniye ziman.



Herwiha di peywendiya telefonî de Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser hilbijartinên meha Gulanê ya parlementoya Iraqê axivîne û li ser raportên ku behsa hewldana Îranê bo destwerdana hilbijartinên Iraqê dikin gotûbêj kirine û tekezî li ser pêwîstiya hilbijartinên azad û bi dadperwerî kirine.



Mike Pence ji ber serkeftina hêzên ewlehiyê li şerê dijî DAIŞê pîrozbahiya Heyder Ebadî kiriye û tekezî li ser hevbeşiya berdewam a navbera hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Artêşa Amerîkayê û hevbeşên hevpeymaniyê kiriye.

Rudaw
Top