Tirkiye bi tundî bersîv da Parlemantoya Ewrûpayê
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan di gotarekê de li Enqere, derbarê daxwaza Perlemana Ewropayê ji Tirkiyê ku 'Efrînê vekişe got, ew ji 'Efrînê dernakevin, heta ku karê xwe li wir temam nekin.
Li aliyek din, Wezîrê Tirkiyê bo karûbarê Ewropa Omer Çelîk, bersiva raporta Parlemanê Ewropa ya derbarê binpêkirinên Tirkiyê da û got, Ewropa tenê çend rêxistinên, ku gef in li ser Ewropa wan wek terorîst dibîn e. Çelîk got jî, rapora Parlemana Ewropa bi zimanê terorîstan hatiye nivîsandin û wê raportê şermezar dikin.
K24
