• Wednesday, 18 February 2026
logo

DAIŞê li ber artêşa Iraqê kemîn danî: 7 leşker hatin kuştin

Gulan Media March 16, 2018 Nûçe
DAIŞê li ber artêşa Iraqê kemîn danî: 7 leşker hatin kuştin
Hat ragihandin ku li Enbarê di encama êrişa DAIŞê de 7 leşkerên Iraqê hatine kuştin.

Ji fermandarên artêşa Iraqê Ehmed el Duleymî di derbarê vê êrişê de eşkere kir ku DAIŞê li navçeya Rûtb ya girêdayî Ramadiya Enbarê kemîn li ber leşkên Iraqê danî.

Duleymî diyar kir ku di encama vê êrişê de 7 leşkerên artêşa Iraqê û 9 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di Berfanbara sala borî de eşkere kiribû ku Iraq bi temamî ji DAIŞê hatiye paqijkirin. Lêbelê di serî de herêmên li rojavayê Mûsilê û li ser sînorê Iraq û Sûriyê çekdarên DAIŞê hene.

Basnews
Top