Berdevkê polîsê Kerkûkê ji ber danîna peykera Mam Celal hat girtin!
Duh komek endam û kadroyên YNKê, ku di nav wan de berdevkê polîsê Kerkûkê Efrasiyaw Kamil jî hebû, peykereka serokomarê wefatkirî yê Iraqê Mam Celal li ser kelha Kerkûkê danîn.
Piştî 2 saetan hêzên Heşda Şeibî peyker rakirin û Efrasiyaw Kamil jî girtin!
Piştî xiyaneta 16 Cotmeha par, êdî Heşda Şeibî û hikûmeta Iraqê rê nadin sembolên kurdî li Kerkûkê bên danîn û dîtin.
Basnews
