• Wednesday, 18 February 2026
logo

HDPê Serok Barzanî vexwendin bo Newroza Amedê

Gulan Media March 15, 2018 Nûçe
HDPê Serok Barzanî vexwendin bo Newroza Amedê
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku beşdarî Newroz Amedê bibe vexwendname ji bo Serok Mezûd Barzanî şand.

HDPê ji bo Newroza Amedê ku wê 21ê Adarê were pîrozkirin ji bo gelek partî, rêxistin û derdorên herêmî û cîhanî vexwendname şand.

HDPê ji bo Serok Mesûd Barzanî jî vexwendname şand. Hat zanîn ku ji bilî Serok Barzanî vexwendname ji bo Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û ji bo Tevgera Goranî jî hatiye şandin.

Herwiha berpirsên Rêveberiya Xweser yên Rojava jî ji bo Newroza Amedê hatin vexwendin.

Partiya Azadî (Askapena) ya ji Herêma Bask a Spanyayê û rêxistin û komelêyên hevkariyê yên li Îtalya, Norweç û Katalonyayê jî hatin vexwendin.

Top