• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokê Fransa pêşwazî li biryara vekirina firokexaneyên Kurdistanê kir

Gulan Media March 14, 2018 Nûçe
Serokê Fransa pêşwazî li biryara vekirina firokexaneyên Kurdistanê kir
Serokê Fransa Emmaneul Macron pêşwazî li biryara rakirina dorpêçên li ser firokexaneyên Herêma Kurdistanê dike û tekezî li ser piştevaniya Fransa bo Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî dike.



Emmanuel Macron di peyamekê de li ser hesaba xwe ya twitterê helwesta xwe li ser biryara Iraqê bo rakirina qedexeya geştên esmanî yên navdewletî yên firokexaneyên Herêma Kurdistanê aşkere kir.



Macron di vê peyama xwe de dibêje: “Ez pêşwazî li rakirina dorpêçên li ser firokexaneyên Herêma Kurdistana Iraqê dikim.”



Serokê Fransayê herwiha ragihandiye, “Fransa piştevanî li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike, ji bo bihêzkirina diyaloga niştimanî li Iraqê.”



Duh Sêşemî 13ê Adara 2018an, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryar da ku qedexeya geşetên navdewletî li ser her du firokexaneyên Herêma Kurdistanê rake, ku ji 29ê Îlona 2017ê ve geştên navdewletî li her du firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê hatibûne qedexekirin.



Li gorî biryara Ebadî, biyar e roja Pênşemî 15ê Adara îsal geştên navdewletî yên firokexaneyên Herêma Kurdistanê dest pê bikin.



Ev biryara Ebadî piştî civîna wî ya îro ya li gel şandeke pilebilind a Herêma Kurdistanê û herwiha rêveberên sînorî yên seranserê Iraqê hat dan, ku Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Kerîm Şingalî jî têde amade bû.



Piştî referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ku di 25ê Îlona 2017an de pêk hat, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di 29ê Îlonê de biryara qedexekirina geştên esmanî yên navdewletî ji her du firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê yên Herêma Kurdistanê dabû.

Rudaw
Top