Serok Barzanî: Arîşeyên Hewlêr û Bexdayê tenê firokexane û bûdce nînin
Serok Barzanî li ser vebûna firokexaneyên Kurdistanê bi rêya twîtterê daxuyaniyek da.
Barzanî diyar kir ku nehîştina ambargoya li ser firokexaneyên Kurdistanê gavek baş e lê arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê tenê bûdce û firokexane nînin, arîşeyên dîrokî û siyasî û aborî û Destûrî û mirovî ne.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duhî ragihand, ji roja 15 vê mehê ve (sibê) qedexeya li ser firokexaneyên Kurdistanê radibe.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî pêşwazî li wê yekê kiribû.
Basnews
