• Wednesday, 18 February 2026
logo

Xelkê Efrînê ji ber êrişan koçber dibin

Gulan Media March 13, 2018 Nûçe
Xelkê Efrînê ji ber êrişan koçber dibin
Ji ber pêşketina Artêşa Tirkiyê û grûbên çekdar ên girêdayî wê ber bi navenda Efrînê, bi hezaran kes ji bajêr koçber dibin.



Rêxistinên mirovî diyar dikin ku zêdetirî 2 hezar sivîl ji Efrînê ber bi Nubulê reviyane ku hikûmeta Sûriyê li wê deverê desthilatdar e, herwiha destnîşan dikin ku alîkariyên bingehîn jî gelek kêm digihîjin destê xelkê Efrînê.



Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres dibêje ku eger rê vekirî bin alîkariyên mirovî dê bigihînin xelkê Efrînê.



Antonio Guterres ragihand: “Rewşa mirovî û rewşa mafên mirovan hêdî hêdî zêdetir bêhêvîker dibin. Pêwîstiyên taybet ên mirovan, bi taybetî yên jinan, giringî lê nayê dayîn, weke mînak; gihiştina cihên aram, xizmetguzariya tendirustî, derman, pêwîstiyên zarokan. Birêz serokê encûmenê, mebesta xwe ji Xaça Sor a Sûriyê ya Erebî re ragihandiye ku dema rewşa ewlehiyê rê bide, alîkariyên mirovî bigihînin Efrînê.”



Îro 53 roj di ser destpêkirina operasyona Artêşa Tirkiyê ya ser Efrînê re derbas dibe. Di destpêka vê hefteyê de jî Artêşa Tirkiyê û grûbên çekdar ên girêdayî wê ji du kîlometreyan kêmtir maye ku bigihîjin navenda Efrînê.



Bajarê Efrînê cihê 350 hezar sivîlan e. Tirsa rêxistinên mirovî ew e ku bi temamî were dorpêçkirin û xelkê wê derê bi qeyraneke mirovî rûbirû bimînin.



Rêya revînê ji Efrînê, tenê ber bi Nubul û Zehra ye, ku hêzên şeibî yên ser bi hikûmeta Sûriyê îdareya wan deveran girtiye destê xwe.



Rêxistinên mirovî eşkere dikin ku heta niha 16 hezar sivîl gihiştine Nubul û Zehrayê û pêwîstiya hemûyan bi alîkariyên mirovî heye û xelk li mizgeft, dibistan û avahiyên kevn dimînin.

Rudaw
Top