• Wednesday, 18 February 2026
logo

Tirkiyê rê neda welatiya Almanya vegere welatê xwe

Gulan Media March 13, 2018 Nûçe
Tirkiyê rê neda welatiya Almanya vegere welatê xwe
Tirkiyê bi hêceta piştevanîkirina Efrînê, rê neda jineka Rojhilatî ku welatiya Almanya ye, ji Başûrê Kurdistanê vegere Almanya.

Çalakvana Rojhilatî Kejal Neqşbendî, ku welatiya Almanya ye, ji BasNewsê re got, çend roj berê ez ji Başûr derbasî Tirkiyê bû da ku biçim Almanya lê li Silopî hêzên asayişê yên Tirkiyê ez girtim.

Kejal Neqşbendî her wiha got, telefona min ji min standin û bi zorê li rûpela min ya facebookê nihêrîn û teftîş kirin. Piştî çend saetan ji min re gotin ku “te piştevaniya Efrîn û terorîstan kiriye, ji ber wê jî em nahêlin tu ji Tirkiyê re biçî Almanya”. Ez dîsa vegerandim Başûr. Ez niha li bendê me firokexaneyên Kurdistanê vebin û biçim Almanya.

Artêşa Tirkiyê ji roja 20 Çileya îsal ve heta niha bi hemû hêza xwe êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dike. Heta niha gelek sivîl hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Basnews
Top