• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amerîka ji bo geşedana Herêma Kurdistanê projeyekê pêşkeş dike

Gulan Media March 12, 2018 Nûçe
Amerîka ji bo geşedana Herêma Kurdistanê projeyekê pêşkeş dike
Ajansa Geşedanê Navnetewî ya Amerîkayê projeyek ji bo başkirina asta karên xizmetguzarî li Herêma Kurdistanê ragihand. Rêveberê projeyê John Lister diyar kir ku ji bo projeyê 160 milyon dolar hate veqetandin.



Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo başkirina karên xizmetguzarî û rêveberiyê ligel Ajansa Geşedanê Navnetewî ya Amerîkayê projeyek da destpêkirin.



Îro li Hewlêrê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Telabanî, Balyozê Amerîka yê Bexdayê Douglas Siliman, Nûnerê Ajansa Geşêdanê ya Navnetewî John Lister civîneke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin û projeya baştirkirina asta xizmetguzariyê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ragihandin.



Qubad Telabanî, Douglas Siliman û John Lister di civîna hevbeş de behsa projeyên pêşxistina Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin.



Projeya navborî ji aliyê hikûmeta Amerîka ve hatiye amadekirin ji bo asta xizmetguzariyan pêş bikeve 160 milyon dolar bo projeyê hatiye terxankirin. Proje dê li seranserî Iraqê birêve biçe.



Balyozê Amerîka li Iraqê Duoglas Siliman di bersiva pirseke Rûdawê de ragihand ku projeya navborî ji bo başkirina jiyana xelkê ye û piştevaniya Washingtonê jî bo hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir.



Duoglas Siliman di derbarê gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexda de jî ragihand ku ew hana herdû aliyan didin ku bi rêya diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin.



Siliman got: “Bi vê projeyê hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bikare baştir pere xwe bikar bîne û xizmetguriyê jî baştir bide xelkê. Herwih dê bikare karên tê kirin jî bişopîne.”



John Lister ku ji projeyê berpirsiyar e wî jî got: “Sistema biyametrî ji bo Herêama Kurdistanê gaveke baş bû. Armanca me ew e ku em gavên bi vî awayî zêdetir bikin.



Ev proje dê li tevahiya Iraqê bê bicîkirin. Proje dê ji bo hikûmetam bibe hêsankarî.



Di heman demê de Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di bersiva pirseke Rûdawê de ragihand ku wê herêma Kurdistanê ji wê projaya hevbeş sûdê werbigire û ragihand ku ev çend sal in çaksaziyên bingehîn di nava hikûmeta herêma Kurdistanê de dest pê kirine.



Talebanî diyar kir ku armanc ew e ku ew proje ji bo kêmkirina xerciyên zêde ne ku bi awayekî serast xizmeta xelkê bê kirin.



Herwiha Talebanî da zanîn ku ti hinceta hikûmeta Iraqê nemaye ku bûdçeya Herêma Kurdistanê neşîne.

Rudaw
Top