• Wednesday, 18 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê navbera Cindirês û Efrînê bi dijwarî bomberdiman kir

Gulan Media March 12, 2018 Nûçe
Artêşa Tirkiyê navbera Cindirês û Efrînê bi dijwarî bomberdiman kir
Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê şevê din çiyayê Lêlûnê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê û derdora gundê Marata û herwiha rêya di navbera navçeya Cindirês û Efrînê bi dijwarî boberdiman kirin.



Di roja 52emîn a êrîşên artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê ya bo ser Efrînê de bomberdimankirina navçeyên Efrînê berdewam e.



Li gorî medyaya nêzîkî YPGê, balafirên şer ên artêşa Tirkiyê çiyayê Lêlûnê ya navçeya Şêrawa û gundê Marata bordûman kirine û ziyaneke mezin gihîştiye mal û zeviyên xelkê.



Li gundên Çeqmaqa Jêrîn û Çeqmaqa Jorîn ên herêma Racoyê, li gundê Elemdara, Kewkeba û Tepe yên herêma Cindiresê û li gundê Şadirê yê navçeya Şêrawa şerekî dijwar di navbera şervanên HSDê û Artêşa Tirkiyê de derketiye, lê amarên wî şerî û bomberdimankirinê nehatine belavkirin.

Rudaw
Top