• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Swêdê xortekî êzîdî ji aliyê çend erebên Sûrî ve hat kuştin

Gulan Media March 11, 2018 Nûçe
Li Swêdê xortekî êzîdî ji aliyê çend erebên Sûrî ve hat kuştin
Li Swêdê penabrekî êzîdî ji aliyê sê penaberên Sûriyî ve hat kuştin.

Penaberekî êzîdî bi navê Hebîb Êzîdî ji BasNewsê re got, sê penaberên ereb yên Sûrî bi kêran êrişî sê penaberên êzîdî kirin.

Hebîb Êzîdî her wiha got, di wê rûdanê de xortekî êzîdî bi navê Dilman Oso hat kuştin û 2 hevalên wê jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên Hebîb, ew penaberê êzîdî yê ku hatiye kuştin, xelkê gundê Bîbanê yê nahiya Elqoşê bû û 4 sal bûn li Swêdê dijîya.

Wî penaberê êzîdî da zanîn, ev salek bû di navbera wan xortên êzîdî û erebên Sûrî de nakokî hebûn.

Basnews
Top