• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokê CHPê di derbarê Erdogan de got: Em ê Tirkiyê ji wî dîktatorî xilas bikin

Gulan Media March 11, 2018 Nûçe
Serokê CHPê di derbarê Erdogan de got: Em ê Tirkiyê ji wî dîktatorî xilas bikin
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di derbarê Serokkomarê Tirkiyê Erdogan de diyar kir ku ew ê Tirkiyê ji wî dîktatorî xilas bikin.

19.Komcivîna Rêznamê ya CHPê ku partiya sereke ya mixalefeta Tirkiyê ye, pêk hat. Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî di vê komcivînê de axaftinek kir.

Kiliçdaroglu di derbarê hilbijartinên 2019an de ragihand ku ew ê gelek bixebitin û wiha pê de çû: ‘Ji bo diyarkirina namzedan em ê hilbijartina xwe pêk bînin. Em dev ji hilbijartina di nav partiyê bernadin. Parlmenterên ji sibê û pê ve dadikevin qadê. Koma me ya herî zîrek a parlamentoyê ye. Bi şev û roj li parlamentoyê dixebitin.’

Serokê CHPê di derbarê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de jî got, ‘Em ê ji bo hilbijartinên 2019an pir bixebitin û em ê Tirkiyê ji wî dîktatorî xilas bikin.’

Basnews
Top