‘Şervanên YPGê 18 leşkerên Tirkiyê kuştin’
Êrîşên Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bo ser herêma Efrînê di roja 50emîn deberdewam in.
Li gor medya nêzîkê YPGê, Artêşa Tirk a Comkê yê Efrînê û gundê Tilifê yê girêdayî herêma Cindirêsê bi dijwarî topbaran dike.
Heman çavkaniyan ragihand ku YPGê li gundê Xalta yê girêdayî bajarê Efrînê erebeyeke doçka li ser barkirî jinav birin û di encama şerê ku li herêmê qewimî de, 18 leşkerên artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya sûriyê yên ser bi wê hatine kuştin.
Ji aliyê din ve Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî got di êrişê bo ser Efrînê de heta niha 3213 şervanên YPG/HSD cane xwe ji dest dane.
Rudaw
