Sed Hedîsî : Hewlêr û Bexda bo çareserkirina pirsgirêkan nêzî lihev kirinê ne
Ev yek jî piştî wê yekê tê ku, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihandibû, dê beriya Newrozê mûçe bêne şandin û balafirgeh jî, dê bêne vekirin.
Ji aliyê xwe ve, Kazim 'Uqabî Serokê Desteya dergehên sînorî yên Iraqê ragihandiye ku, ji sedî not pirsgirêkên dergehên sînorî ligel Herêma Kurdistanê çareser bûn e û amaje bi wê yekê kir ku, bersiveke erênî ji Hikûmeta Kurdistanê wergirtiye, ji bo xistina tevahiya dergehan, jêr kontrola Hikûmeta Federal de.
