'Li ser operasyona hevbeş a li dijî PKKê li hev kirin'
Îskender Utut ji malpereke nûçeya a bi navê Hadpressê re axivî û got, ‘Enqere û Bexdayê li hember ku Tirkiye li çemên Firat û Dîclê têrî Iraqê avê berde, herdu dewlet wê li Qendîlê li dijî PKKê operasyonekê encam bidin û li ser vê yekê rmkeftineke nehênî îmze kirine.
Herwiha ragihand ku di nav Artêşa Iraqê de sererkan Osman El Ganîmî jî di nav de kesên ku alîgirên wê yekê ne pêwendî li gel Tirkiyê bên pêşdebirin û piştgiriyê didin hebûna leşkerî ya Tirkiyê ya li Kurdistanê, hene.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro gotibû ku Tirkiye û Iraq wê li dijî PKKê operasyoneke hevbeş pêk bînin û dîroka wê jî weke piştî hilbijartinên Iraqê nîşan dabû.
Basnews
