• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ciwanekî Kurd li Diyale hat kuştin

Ciwanekî Kurd li Diyale hat kuştin
Ciwanekî Kurd ê ji bajarokê Şêxan bi navê Hejar Hacî li nehyeya Şareban a Diyaleyê hat kuştin.



Hejar Hacî, 30 salî û bavê 4 zarokan e, bi otomobîla xwe gwîz û hingiv biriye, daku li gundên parêzgeha Diyale bifiroşe, lê piştre sê rojan ku ti agahî jê nayên standin, dawî kes û karên wî termê hejar li gundê Delî Ebas dibînin.



Xelkên navçeyê ku nasnameya wan nediyar e Hejar bi guleyan kuştine û herwiha bi laşê wî ve cihê îşkencê heye. Di vê derbarê de bavê Hejar ji Rûdawê re got: “Hejar ji ber Kurd bû hatiye kuştin, reqema otomobîla wî jî ya Dihokê ye.”



Jin û zarokên Hejar jî dibêjin ku di vê dema dawî de gelekî xwe diwestand heta bikaribe pereyekî zêdetir ji bo Cejna Newrozê û helkevtên buharê peyda bike.

Rudaw
Top