• Thursday, 19 February 2026
logo

Ebdulqadir Şingalî wek parêzgarê Mûsilê dest bikar dike

Gulan Media December 29, 2017 Nûçe
Ebdulqadir Şingalî wek parêzgarê Mûsilê dest bikar dike
Ebdulqadir Şingalî li şûna Newfel Hemadî El-Akob wek parêzgarê Mûsilê dest bikar dike.

Serokê Encûmena parêzgeha Neynewa Beşar Kîkî ragihand, daxwaz ji Cîgirê Yekem yê Parêzgar Ebdulqadir Şingalî hatiye kirin, ku li şûn a Newfel Hemadî El-Akob wek parêzgar dest bikar bike.

Hevdem nivîsîgeha Serokwezîrê Iraqê eşkere kir, Heyder Ebadî bi pêşniyara Encûmena Parêzgeha Neynewa ji bo dûrxistina Hemadî bo şeş mehan razî bûye.

Ebdulqadir Şingalî ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye û Cîgirê Yekem ê parêzgar e.

K24
Top