• Thursday, 19 February 2026
logo

Peyvdarê Hikûmeta Iraqê: Ti mercek ji bo destpêkirina guftûgoyan nîn e

Gulan Media December 26, 2017 Nûçe
Peyvdarê Hikûmeta Iraqê: Ti mercek ji bo destpêkirina guftûgoyan nîn e
Peyvdarê Hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî radigihîne, ti mercek ji bo destpêkirina guftûgoyan nîn e, divê Hewlêr û Bexda pabendî destûrê bibin.

Seid Hedîsî di daxuyaniyeke rojnamevanî de derbarê mercên Bexdayê ji bo destpêkirina guftûgoyan de ragihand, ti mercek ji bo destpêkirina guftûgoyan nîne, belkû destûr heye û pêwîst e rêz lê bê girtin û pabendî serweriya welat bin, pirsên sînor, petrol, pabendbûna bi biryarên dadgeha federalî û kontrolkirina ewlehiya sînor beşek in ji serweriya Iraqê ne.

Ev daxuyaniya Peyvdarê Hikûmeta Iraqê di demekê de ye, duh di medyaya Erebî de hat belavkirin ku 13 mercên Bexdayê hene ji bo destpêkirina guftûgoyê û ew merc bi awayekî giran in, ku tê wateya ku Bexda xwe ji danûstandinê vedidize.

Berî çend rojan, Şêwirmendê Yasayî yê Serokomarê Iraqê Emîr Kînanî ragihand, Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm a ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de destpêşxeriyek bi razemendiya Cîgirên Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî û Eyad Elawî û Serokê Parlemantoyê Selîm Cibûrî kiriye. Pêşbîn e jî piştî sersalê dest bi guftûgoyan bibe.

K24
Top