• Wednesday, 20 May 2026
logo

Rojava ji bo mexdûrên erdhejê 129 hezar dolar şandiye

Gulan Media December 26, 2017 Nûçe
Rojava ji bo mexdûrên erdhejê 129 hezar dolar şandiye
Heyva Sor a Kurd ragihand ku wan ji Rojavayê Kurdistanê 129 hezar dolar kom kir û ji bo mexdûrên erdhejê yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê rê kiriye.

Di 12’ê mijdara 2017’an de li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê erdhejîneke dijwar rû da û bû sedem ku bi sedan welatiyên ji van herêman jiyana xwe ji dest dan. Gelek avahî bi awayeke giştî yan nîvçî tevlî bingehên jiyanî û cihên xizmetguzariyê hatin hilweşandin.

Heyva Sor a Kurd ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê li seranserî herêmên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê dest bi kampanayeke berhevkirina alîkariyan kiribû.

Top