• Thursday, 19 February 2026
logo

‘ENKS û PYD nikarin mafên Kurdên Rojava biparêzin’

Gulan Media December 25, 2017 Nûçe
‘ENKS û PYD nikarin mafên Kurdên Rojava biparêzin’
Roja destpêkirina Kongreya Diyaloga Niştimanî ya taybet bi pirsa Sûriyê ku bi navê kongireya Soçî tê naskirin hate destnîşankirin û pisporê Rûs Îgor Vasîlêv jî li ser beşdariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dibêje, ENKS û PYD nikarin di platformên navdewletî mafên Kurdan biparêzin û divê Kurd bi platformeke din beşdarî Soçiyê bibin, daku mafê wan neyê xwarin.



Her diçe roj bi roj rojeva kongirêya diyaloga niştinamî a Sûriyê li ser çareserkirina krîza Sûriyê zelal dibe, dê çawa kongre birêv biçe, çi mijar dê bêne gotûbêjkirin û dê kî beşdarî kongreyê bibe, ew kongre biryar e ku di dawiya meha bihê de li li bajarê Soçî ya Rûsyayê birêva biçe.



Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov ragihand, Moskow nûnerê taybet ê Neteweyên Yekgirtî yê bo krîza Sûriyê Staffan de Mistura ji bo kongreya Soçî vexwandiye.



Di çarçoveya hevdîtinên Astana-8 de li ser çareserkirina krîza Sûriyê welatên garantor wate Rûsya ,Îran û Tirkiyê biryr dan, ku kongreya diyaloga niştimanî ya Sûrî di 29-30,1,2018an de li Soçî birêve biçe.



Lê pêş ku kongreya diyaloga niştimanî were lidarxistin, welatên garantor Rûsya,Îran û Tirkiye dê di 19-20ê meha 1 a sala 2018ê û beriya kongreya Soçî civînekê ji bo kongreya Soçî lidar dixin.



Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje, Moskow hemû kom û hêzên opozisyona Sûriyê ji bo kongireya diyaloga niştimanî ya Sûriyê li Soçî vexwendine, li gorî dîplomatkarên peywendîdar niha 1700 kes ji aliyê welatên garantor ve hatine vexwendin.



Ji aliyê xwe ve Nûnerê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev ragihand,ku ew nizanin pêvajoya kongreya Soçî dê heta kengî bidome û diyar kir, dibe ku 6 mehan an heta salekê pêvajoya kongreya Soçî berdewam bike.



Li ser beşdarbûna Kurdên Rojavayê Kurdistanê di kongreya Soçî de Nûnerê Serokê Rûsyayê got, em rêzê ji daxwazên Tirkiyê digirin, ji bo ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD beşdarî kongirêya diyaloga niştimanî nebin.



Lavrêntêv da zanîn, ku niha li ser beşdarbûna Kurdên Rojavayê Kurdistanê lîsteyek ji kesyetiyên civakî û bê alî re tê amadekirin, da ku ji bo kongreya Soçî bêne vexwendin.



Li gorî pisporê navdewletî yê Rûsî Îgor Vasîlêv, di rewşeke wiha de divê Kurdên Rojavayê Kurdistanê weke pêkhateya duyem li Sûriyê beşdarî Soçiyê bibin, da ku mafê wan neyê xwarin û divê li ser alternatîva sêyem tevbigerin.



Îgor Vasîlêv da zanîn, ku ew hêzên Kurdî yên niha di meydana siyasî de hene wek ENKS, PYD di wê astê de nînin, da ku bikarbin mafên kurdan di platformên navdewletî de biparêzin.



Bi gotina Vasîlêv divê kurdên Rojavayê Kurdistanê platformeke taybet ji bo danûstendinan pêk bînin, ji ber ku bi gotina wî platformên Cinêv, Astana û Soçî bi sê welatên dijminên kurdan ve sînordarin .

Rudaw
Top