• Thursday, 19 February 2026
logo

Paul Davis: Bêdengiya Washîngtonê ji bo pirsgirêka Hewlêr û Bexdayê tiştekî şaş e

Gulan Media December 22, 2017 Nûçe
Paul Davis: Bêdengiya Washîngtonê ji bo pirsgirêka Hewlêr û Bexdayê tiştekî şaş e
Şîrovekarê Hewalgîrîya leşkerî yê Pentagonê Paul Davis di axaftina xwe de ragihand ku hê jî ji bo Rohilata Navîn siyaseteke zelal a Amerîkayê tineye.

Şîrovekarê Hewalgîrîya leşkerî yê Pentagonê Paul Davis di axaftina xwe de ragihand ku hê jî ji bo Rohilata Navîn siyaseteke zelal a Amerîkayê tineye û bêdengiya Washîngtonê ji bo pirsgirêka Hewlêr û Bexdayê tiştekî şaş e.

Paul Davis di berdewamiya axaftina xwe de got: “Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi temamî di bin bandor û tesîra Îrane de ye. Dibêjin serokwezîrên berê ku hatine hilbijartin dostê Amerîkayê ne. Ev ne rast e, ne Ebadî û ne jî Nûrî Malikî ti carî nebûne dostê Amerîkayê.”

Davis di dirêjiya axaftina xwe de got: “Helwesta Amerîkayê ya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê ji sedî sed şaş bû. Dibe ev şaşiya nûnerê Trump Breet McGurk an jî ya Wezareta Derve be. Lê divê xelkê Kurdistanê bizanibe ku Amerîka piştgiriya wan dike

Rudaw
Top