• Thursday, 19 February 2026
logo

Lêvegereke Şî`eyên Iraqê: Divê em biliz alîkariya Herêma Kurdistan bikin

Gulan Media December 22, 2017 Nûçe
Lêvegereke Şî`eyên Iraqê: Divê em biliz alîkariya Herêma Kurdistan bikin
Lêvgera bilin ya şî'eyên Iraqê Ayetula Seyd Mihemed Teqî Muderisî daxwaz ji berpirsên Iraqê kir ku bilez alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.

Ayetula Seyd Mihemed Teqî Muderisî ku yek ji lêvegerên bilind yên şî'eyan e, di daxuyaniyekê de, daxwazê ji berpirsên Iraqê dike, lezê bikin di alîkarîkirina Herêma Kurdistanê de û ji wan dixwaze ku pirsgirêkên di nav Hewlêr û Bexdayê de zû çare bikin.

Ew lêvegera şî'eyan dibêje: "Xwepêşandan ji mafê welatiyên Herêma Kurdistanê ye, lê daxwaz ji hemû aliyan kir, ku xwe ji tundiyê dûr bixin".

Rudaw
Top