Rûsya: PYD ji bo Soçiyê nayê vexwendin!
Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsyayê yê Astana û Cinêvê Aleksander Lavrentîev di civîna Soçiyê de daxuyaniyek da û wiha axivî: “Kurd li pêşiya pêkanîna cîvîna Soçiyê nabin asteng” û diyar kir Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdarî civînê nabe.
Kogreya Diyaloga Nîştimanî ya Sûriyê di heyamên bê de wê li bajarê Soçî yê Rûsyayê pêk were. Tê ragihandin ku jibilî PYDDê li 23 navên Kurd lihevkirin çêbûye ku Îran û Tirkiyê jî li ser wan navan razî bûne.
Tê gotin ku ji ber nerazîbûna Tirkiye û Îranê, PYD ji aliyê Rûsyayê ve nehatiye vexwendin.
Berpirsên Tirkiyê berî niha eşkere kiribûn ku wan lîsteyek ku navê nûnerên Kurd tê de dinivîse daye Rûsyayê û wê ew kes werin vexwendin.
basnews
