• Wednesday, 20 May 2026
logo

Wezîrê bergirîya Kenedayê: Bexda rê nade çekan ji bo Pêşmergey bi hinêrîn

Gulan Media December 22, 2017 Nûçe
Wezîrê bergirîya Kenedayê: Bexda rê nade çekan ji bo Pêşmergey bi hinêrîn
Wezîrê Parastin ê Kanadayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hikûmeta navendî ya Iraqê destûr nade em alîkariya leşkerî bighînin hêzên pêşmergeyên Kurdistanê.

Wezîrê Parastin ê Kanadayê Harjît Sajjan di daxuyaniya xwe de ragihand ku Kanadayê karwanekî din ê alîkariyê amade kiriye, lê hikûmeta navendî ya Iraqê destûr nade em alîkariya leşkerî bighînin hêzên pêşmergeyên Kurdistanê.

Harjît Sajjan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Kanadayê karwanekî din ê çekan ji bo pêşmergeyên Kurdistanê amade kiriye û niha ev çek jî di depoyekê de ne û bûhayê wan zêdetirî 10 milyon dolar e. Lê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî destûr nade em vê alîkariyê bighînin hêzên Pêşmerge.”

Herwiha berdevkê Wezareta Parastin a Kanadayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Bexda ne amade ye ji bo gihandina alîkariya leşkerî ya hêzên Pêşmerge peymanê bi Hewlêrê re îmze bike.

Waar.tv
Top