• Thursday, 19 February 2026
logo

“Kurd dê bi yekîtiya siyasî bikaribin li cîhanê jî xwedî gotin bin”

Gulan Media December 22, 2017 Nûçe
“Kurd dê bi yekîtiya siyasî bikaribin li cîhanê jî xwedî gotin bin”
Serdana Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda Kurdistanê ji bo Ewropayê, li Bakurê Kurdistanê jî bi awayekî erênî hat nirxandin. Şîrovekarên siyasî yên Bakur amaje dikin ku Kurdistan jî parçeyeke cîhana nûjen e û dewletên Ewropî jî vê yekê dibînin û tu caran destên xwe ji Kurdistanê venakişînin.

Vexwendina dewletên Ewropayê ji bo Kurdistanê, li Bakûrê Kurdistanê jî bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Bi taybetî piştî êrîşên Îran û Îraqê yên li ser Kurdistanê ji nû ve destpêkirina xebatên dîplomatîk, ji aliyê çavdêrên siyasî ve wekî pêvajoyeke dan û stendinên stratejîk ên bi cîhanê re hat nirxandin. Şîrovekarê siyasî Tehsîn Sever dibêje; di pêvajoyeke wisa de ku Kurdistan ji aliyê siyasî, leşkerî û aborî ve bi ser xwe ve were de destpêkirina aloziyan jî watedar e.

Şîrovekarê Siyasî Tahsîn Sever ji K24ê re wiha axivî : “Kerkûk, şikestinek bû lê ne têkçûnek bû. Piştî van bûyeran Kurdistanê siyaseta revîze kir. Ez bawer dikim di rojên pêşiya me de dê hevdîtinên Kurdistan û Brîtanyayê jî pêk werin.”

Di serdanên ji derveyê welêt de şanda Kurdistanê ji rayedarên dewletan dixwaze ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de zêdetir alîkariya Kurdistanê bikin. Mafnas û şîrovekarê siyasî Sebahedîn Korkmaz jî dibêje; yekîtiya siyasî ya Kurdan çiqas xurt be, dê Kurd bikaribin di cîhanê de jî ewqas xwedî gotin bin.

Mafnas û Şîrovekarê Siyasî Sebahedîn Korkmaz got: “Wisa xuya dike ku Herêma Kurdistanê car din li diyalogê digere. Niha pozîsyona Kurdistanê li hemberî Iraqê qels xuya dike lê tiştek jî hat ceribandin ku şovenîzma Erebî çi Şiî çi Sûnî neguheriye. Dema ku fersendê bibînin ne federasyonê nas dikin ne jî tu mafekî din ê Kurdan nas dikin. Divê Kurd hêza xwe esas bigirin.”

Li gorî ragihandina şîrovekarên siyasî; Kurdistan bi demokrasiya xwe di Rojhilata Navîn de wekî dewleteke model a pêşketî ye û çareserkirina aloziyên siyasî dê Kurdistanê ji berê aramtir û pêşketîtir bike.

K24
Top