• Wednesday, 20 May 2026
logo

Ji Rûsyayê ji bo Hewlêr û Bexdayê: Bi şer nabe!

Gulan Media December 22, 2017 Nûçe
Ji Rûsyayê ji bo Hewlêr û Bexdayê: Bi şer nabe!
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand, divê Hêrêma Kurdistanê û Iraq bi diyalogeke navxweyî pisgirêkên xwe çareserbikin.



Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîna heftane ya çapemeniyê de derbarê mijarên di rojevê de axivî.



Li ser pirsa; “Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê, di navbera Hewlêrê û Bexdayê de pevçûnên leşkerî rûdan. Ji bo çareseriya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê Rûsya dê çi rolî bilîze? Gelo dê alîkariya Hewlêrê û Baxdadê bike da ku rêyekê bibînin ji bo çareseriyê?” Mariya Zaxarova ev bersiv da:



“Em bi berdewamî di vê mijarê de heman bersivê didin. Em naxwazin pirsgirêk bi rêkên şer werin çareserkirin. Lê mixabin car bi car şer rûdidin. Divê divê hemû pirsgirêk bi riyên aştiyane werin çareserkirin. Li Iraqê diyalogeke navxweyî çêbibe. Li ser vê yekê jî me taybetî bangazî ji Bexdayê kiriye.”



Derbarê civînên Cinêv 8 jî Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê helwesta opozisyona Sûriyê rexne kir û diyar kir, ji bo astengkirina Kongreya Diyaloga Niştîmaniya Sûriyê ya Soçiyê, wan bi zanebûn hevdîtinên Cinêv 8ê têk dan.

Rudaw
Top