Yekîtiya Ewrûpa ji helwêstên Bexdayê nerazî ye
Hejmarek Parlemanterên Yekîtiya Ewrûpayê ji tevayiya fraksiyonên Parlemantoya Ewrûpayê nameyek arasteyî Serokwezîrê 'Iraqê Heyder 'Ebadî kirin. Dilgiranya xwe derbarê danîna dorpêç, girtina firokxaneyan û kêmkirna bûdceya herêma Kurdistanê derbirîn û daxwaz ji 'Ebadî kirin, bilez dest bi danûstandinan ligel herêma Kurdistanê bike.
Beriya niha hejmarek Parlemanterên Yekîtiya Ewrûpayê nameyek arasteyî Federîka Mogherînî berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê kiribûn û tê de daxwaza dariştina siyaseteke hevseng ya Yekîya Ewrûpayê beramber Iraqê û herêma Kurdistanê kiribûn. Herweha dîtina roleke zêdetir ji bo jihevnêzîkirina her dû aliyan.
K24
