'Hewlêr û Bexda wê bi navbeynkariya NYê bicivin'
Serokkomarê Iraqê Fuan Mesum diyar kir ku piştî bêhnvedana serê salê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê wê bicivin.
Hat ragihandin ku Mesum ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şandiye û daxwaz ji wan kiriye ku ji bo çareserkirina kêşeyan dest bi gotûbêjên cidî bikin. Herwiha hatiye eşkerekirin ku ew civîn wê bi navbeynkariya Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê pêk werin.
Basnews
