Almanya li ser piştgiriya Pêşmergeyê Kurdistanê berdewam dibe
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Almanyayê, şandeya balaya Herêma Kurdistanê a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê û bi amadebûbûna Qubad Talebanî Çîgirê serokwezîr, roja 19.12.2017ê li Berlinê digel Ursula von der Leyen wezîra bergiriyê ya Almanyayê civiyan.
Leyen, dilgiraniya xwe li hember rewşa aloza navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir û hêvî xwest arîşeyên navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê bi rêya diyalogê bên çareser kirin. Wê got ku Almanya digel welatên din yên dost dê ji bona çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bixebite û hevkarîkirin û piştgiriya Herêma Kurdistanê weke wezîfeyek wesif kir.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya pêşwaziya li şandeya Herêma Kurdistanê hatiye kirin kir û sipasiya hevkarî û alîkariyênAlmanya pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike kir û got ku, serdana wezîra bergiriyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen bo Herêma Kurdistanê û serdankirina hêzên almanyayî li Kurdistanê serdaneke giring bû. Serowkezîr xwesteke Herêma Kurdistanê diyar kir ku dixwaze têkeliyên xwe digel Almanyayê ber bi pêşve bibe û got ku hêşta ew sedemên dirustbûan DAÎŞê li Îraqê ji holê nehatine rakirin û eger ew sedem çareser nebin, egera serhildana DAÎŞê heye û ji ber hindê Herêma Kurdistanê daxwaza piştgiriyê li Almanyayê dike.
Serokwezîrê Kurdistanê got ku herêma Kurdistanê amadeye di paşerojek nêzîk de hilbijartinan bike û ji bona derbaskirina rewşa dijwara êkonomî daxwaz ji Almanya kir ku bi rêya AMF hevkariyê bike ji bo dabînkirina budce û pişka Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve.
Serokwezîr tekîd li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku dixwaze li gor destûra Îraqê hemû pirsgirêkan digel Bexdayê çareser bike û di vê çarçoveyê de daxwaza alîkariyê ji Almanya û welatên dost kir fişarê lis er Îraqê zêde bikin daku dest bi danûstandina bike.
