• Thursday, 19 February 2026
logo

HSD: Esed bixwe xayîn e

Gulan Media December 19, 2017 Nûçe
HSD: Esed bixwe xayîn e
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bersiva Serokê Sûriyê Beşar Esed da û ragihand Beşdar Esed û kesên di desthilata wê de kesên herî dawiyê ne ku bikarin derbarî xiyanetê de baxivin û desthilata Esed bixwe wateya xiyanetê ye.

Piştî ku Beşdar Esed di daxuyaniyekê de HSD “bi xiyanetkariyê tohmetbar” kir Fermandehiya Giştî ya HSDê bersiva wî da.

Di daxuyaniya HSDê de hat diyarkirin ku Beşar Esed HSD û tevahiya dijberên xwe bi xiyanetê tawanbar dike, lê ew li hemberî wê daxuyaniya Beşdar Esed matmayî nebûne çimkî gelê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi tevahiya pêkhateyên xwe li dijî “desthilata sitemkar û zalim ya Beşdar Esed” serî rakir û sazaiyên wî derxistin û serdema wan bidawî kir.



Her di beyannameya daxuyaniya HSD de hatiye ku di demekê de ew berdewam in li ser rûbirûbûna terorê tekez dikin ku Beşar Esed û ew desthilata wî ku maye kesên herî dawiyê ne ku bikarin derbarê xiyanetê de baxivin.



Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Em wekî Hêzên Sûriyeyê Demokratîk careke din tekez dikin ku em ê bê teredud têkoşîna xwe ya li dijî terorê berdewam bikin. Em dibêjin ku Beşar El-Esed û bermahiyên desthilatdariya wî yên dawî ne ku ji mafên wan e ku behsa xiyanetê bikin û ji ber ku rêjîmê bi xwe de komên cuda di welêt de ava kirin , van koman ziyan gihandin gel û xaka me, vê rêjîmê bi xwe derî li pêşiya terora biyanî vekir û terorên di girtîngehên xwe de serbest berdan da ku xwîna gelê Sûriye bimijîn.”



HSD dide xuyakirin Ev desthilat heya niha jî li ser bingeha tayîfî û etnî kar dike û ew bixwe wateya xiyanetê û eger hêzên Sûriyê bi rûbirûyê wan ranewestana wê welat perçe kiriban û HSD yek ji wan aliyan bûn ku rê li ber wê yekê girtin û bi ti awayekê derfetê nadin wî karî.



Duh duşemê (18.12.2017) Serokê Sûriyê Beşar Esed hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê weke "xwefiroş" bi nav kiribû û gotibû: “Ji bo Amerîkayê dixebitin.”

Rudaw
Top