• Thursday, 19 February 2026
logo

Ellawî li ser Kurdistanê hişyarî da

Gulan Media December 19, 2017 Nûçe
Ellawî li ser Kurdistanê hişyarî da
Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Ellawî derbarê wan acendayên ku bi gotina wî "xêra Kurdistanê naxwazin", hişyarî da û daxwaz ji partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên civaka sivîl ên Kurdistanê kir, ku li ser xwe û aram bin û nekevin nav pîlana fitne û ajawegeriyê.



Eyad Ellawî îro di daxuyaniyeke rojnamevanî de derbarên acendayeke diyarkirî ya li hember Kurdistanê hişyarî da û ragihand, ku pîlaneke fitneferiyê li hember Herêma Kurdistanê heye.



Ellawî daxwaz ji partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên civaka sivîl ên Kurdistanê jî kir, ku li ser xwe û aram bin û nekevin nav wê pîlana fitne û ajawegeriyê.



Ellawî got: “Hevwelatiyên Kurd hatine piştguhxistin, daku encam û pêşhatên berdewam ên aloziya navbera hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikeve ser milê wan, bêyî ku çareseriyeke bilez ji mijara paşkevtina mûçeyên wan re were diyarkirin, wê yekê jî bandoreke neyênî kiriye ser rewşa jiyana wan.”



Cîgirê Serokomarê Iraqê daxwaz dike, ku tevgereke bilez ji bo yekalîkirina nakokiyên navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di bin bandora destpêşxeriya wî û hewlên Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm were kirin.



Eyad Ellawî tekezî li ser wê jî kiriye, ku pêwîst e hikûmeta Federal a Iraqê berpirsatiyê li hember wan geşedanên ku li Herêma Kurdistanê çê dibin, bigire ser xwe.



Ellawî herwiha dibêje: “Eger xirabbûna rewşê bi qedera xwe were spartin, dê encamên neyênî çê bibin, wê demê jî tenê li sînorê Herêma Kurdistanê nasekine.”

Rudaw
Top