Amerîka Veto li dijî biryara Qudisê bikar anî
Serokê Amerîka Donald Trump 6ê vê mehê Orşelîm wekî paytexta Îsraîlê nasandibû. Vê yekê jî gelek karvedan û nerazîbûn ji aliyê welatên Erebî û Îslamî li pişt xwe anî.
Projebiryara ku Misrê de Encûmena Asayişa Navdewletî de pêşkêş kiriye, dibêje: “Her biryar û rêkarek bi armanca guhartina nasnameya bajarê Qudisê yan rewş û dîmografiya bajarê pîroz bê kirin, ne yasayî ye û redkirî ye û li gor biryarên Encûmena Asayişê tê hilweşandin.”
Çardeh welatên endam deng dan wê projebiryarê, lê Vetoya Amerîka rê neda ew projebiryar bê pesendkirin.
Balyoza Amerîka di Netewên Yekgirtî de Niki Haley ji piştî dengdanê got: “Dengdana di Encûmena Asayişa Navdewletî de çê bûye, sivikirinek e û nayê jibîrkirin.”
Wezîrê Derve yê Filestînê Riyaz Malîkî li ser Vetoya Amerîkî got, dê di dema 48 demjimêrên bê de daxwaza civîneke awarte ji Komela Giştî ya NY bikin.
K24
