Berpirsek Gorran: Li şeqaman tengezarî hene û kes nizane kî birêve dibe!
Dr. Omer Heme Elî ku li dervey welat jiyan dike ji BasNewsê re ragehand: ‘’Gorran rastî helwêstê herî xirab hatiye û berê min gelek caran daxwaz kir, bila Gorran ji vê hikûmetê derkeve û hin kesên din jî li gel heman nêrînê bûn. Sala 2015ê de Newşîrwan Mistefa jî min agahdar kir. Ji ber vê naha ji hikûmetê vekêşîna Gorran ve, xelk dê ji me re bibêje başe ma hinde sale we çikir?’’
Herwaha got, eger Gorran bibe opozîsyon, ‘’Pêwîste piştgiriyê li wan tengezariyan bike ku li şeqamên Kurdistanê hene. Gorran jî nikare berpirsyariya şewitandina binkeyên partiyan û hikûmetê hilde serxwe. Ji ber vê jî rewş ji dest derketiye, ku bikarê bi vekêşînê ve bê çareser kirin.’’
Dr. Omer Heme Elî got: ‘’Hikûmeta herêmê nekarî daxwazên xelkê Kurdistanê bicîh bînin û wa du mehe mûçe nehatine dayîn. Ji ber vê hikûmet di rewşeke herî xirab de ye. Lê pirsgirêk ew e kes nizane kî wan şeqaman birêve dibe.’’
Navborî got: ‘’Gorran piştî bûyerên 16ê cotmehê şûnde ji ber dirêj kirina rêkeftina li gel YNKê bixwe jî xwe rexne dike.’’
Basnews
