• Thursday, 19 February 2026
logo

Karayilan: Ji bo têkçûna xwe veşerin dikarin êrişî Efrînê bikin

Gulan Media December 18, 2017 Nûçe
Karayilan: Ji bo têkçûna xwe veşerin dikarin êrişî Efrînê bikin
Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan got, dewleta Tirk ji bo têkçûna xwe ya li pêşberî Kurdan veşere, dikare êrişî bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bike.



Endamê Komîteya Rêveber a PKKê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan di axaftina xwe ya di medyayên PKKê de, diyar kir ku dewleta Tirkiyê ji bo têkçûna xwe ya li pêşberî Kurdan binixumîne, dikare êrîşî Efrînê bike, lê belê dê rastî berxwedaneke dîrokî were.



Di axaftina xwe de Murat Karayilan wiha got: “Eger dewleta Tirkiyê êrişî Efrînê bike, yanî welê nîşan dide ku dê hema yekser têkeve nava Efrînê. Bila dinya û alem hemû zanibe, asteke artêşa Tirk a wisa nîne. Ne wisa ye. Bila hem gelê me yê Efrînê zanibe, bila hem jî her kes zanibe; ev artêş 9 mehan nikarîbû biketa Şirnexê û Nisêbînê. Dê çawa hema karibe bikeve Efrînê?



Li Efrînê mesela tecrûbeyên YPG/YPJê heye, HSDê heye. Ewqas pratîka wan çêbûye. Kesî newêrabû nêzî DAIŞ'ê bibe, lê wan DAIŞ xistin, paytexta DAIŞê xistin. Artêşa Tirk nikare bi YPGê.”



Bêyî Rûsya Tirkiye ne tiştek e



Di dawiya axaftinên xwe de Karayilan anî ziman: “Ev artêşa nikarîbû biketa Babê, bi alîkariya Rûsyayê kete Babê û Erdogan niha li ber Rûsyayê digerin ku Rûsya erê bike ew têkevin. Yanî şer bikin, balafiran rake. Jixwe eger dewleta Tirk êrişî Efrînê bike ew tê wê wateyê ku Rûsyayê jî erê kiriye. Bêyî erêkirina Rûsya ya jî Amerîka, Tirkiye jixwe ne tiştek e. Rûsya ji bo ku ew çeteyên xwe ji Helebê derxîne, hişt ku were Babê. Eger erê bike, balafiran rake ser Efrînê, wê çaxê dê li hemberî wê çi bide Rûsyayê em bi wê nizanin.”



Di dawiyê de Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Mûrat Karayilan got jî, dema artêşa Tirkiyê hat dê bibîne ka dê çi were sere wê, madem radibe gefa dixwe keremke bila werê.

Rudaw
Top