• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Başûrê Kurdistanê xwepêşandanan dest pê kir!

Gulan Media December 18, 2017 Nûçe
Li Başûrê Kurdistanê xwepêşandanan dest pê kir!
Ji ber sîstema paşketina meaşan û kêmbûna xizmetguzariyan, îro 18-12-2017, li bajarên Silêmanî û Helebceyê, herwiha li navçeyên Ranya, Seyîdsadiq, Teqteq, Kelar, Çemçemal, Qeladizê, Rewandûz û çend navçeyekî din xwepêşandanan dest pê kirin.



Li bajarê Silêmaniyê mamosteyên nerazî li pêşiya Rêveberiya Perwerdeya Rojava ya Silêmaniyê kom bûn dest bi xwepêşandanê kirin. Li vî bajarî fermanberên tafîkê jî di grevê de ne û neçûne ser kar.



Ji ber paşkeftina meaşan, polîs û fermanberên trafîkê yê bajarê Silêmaniyê grev ragihandin û ji ber çalakiyê karûbarên hemwelatiyan rawestiyan.



Berdevkê Rêveberiya Hatinûçûnê (trafîk) a Silêmaniyê Karwan Hemesidîq ji Rûdawê re ragihand: “Fermanberan mangirtin ragihandine û ji sibê ve deriyê rêveberiyê ji hemwelatiyan re nehatiye vekirin û karên wan nayên birêvebirin.”



Karwan Hemesidîq da zanîn, ku karmend û polîsan ji ber derengketina meaşan ev grev dest pê kirine û diyar kir, ku hê jî rêveberiya giştî daxuyaniyek ji bo vê çalakiyê belav nekiriye.



Li bajarê Helebceyê jî ji ber heman sedeman xwepêşandan birêve diçin.

Rudaw
Top