• Thursday, 19 February 2026
logo

Heyder Ebadî: Pêşwaziya Baba Şêx kiriye

Gulan Media December 18, 2017 Nûçe
Heyder Ebadî: Pêşwaziya Baba Şêx kiriye
Serok wezîrên Îraqê pêşwazî li Baba Şêx serokê Civata Rohanîya Êzdîyan û şandeka di gel de kir.
Ofîsa ragihandina Heyder ‘Ebadî ragihand; ‘Ebadî di pêşwazîya Baba Şêx û şanda di gel da Kurdên Êzdî wek pêkhateyeka diyar ji gelê Îraqê navkirin û got: Hikumeta Îraqê dê hemû rêyan bigire ber ji bo bi zûtirîn dem awareyên Êzdî vegerin ser mal û halên wan, piştî deverên wan ji mîn û bombeyan tên paqij kirin.
Amaje jî kir: Terorîstên DAIŞê karesatên mirovî li hember Kurdên Êzdî kirîne lê hêzên Îraqê serketineka mezin bi dest anî û DAIŞ ji nav bir.

Diyar kirîye jî: Heyder ‘Ebadî hemû têbînyên Baba Şêx û şanda di gel da berçav wergirtîne.
Top