• Thursday, 19 February 2026
logo

Berpirseka Gorranê dest ji Gorranê berda

Gulan Media December 18, 2017 Nûçe
Berpirseka Gorranê dest ji Gorranê berda
Li bajarê Helebce, berpirseka Gorranê ji ber “xemsarî û xizmçîtiyê” dest ji Gorranê berda.

Endama rêvebera Gorranê li Helebce, Çiya Reşîd dest ji Gorranê berda.

Çiya Reşîd di îstifanameya xwe de, ku ji rayedarên Gorranê re şandiye, gotiye, rayedarên Gorranê guh nadin gilî û gazindan û gelekî xemsar in.

Wê endama Gorranê, ku berpirsa karûbarên jinên Gorranê jî bû, daye zanîn ku di nav Gorranê de ji bilî xemsariyê, xizmçîtî heye. Rayedarên Gorranê zêdetir guh didin mirov û xizmên xwe û yên din jî piştguh dixin.

Endamê rêveberiya Gorranê li Helebce, Hadî Heme Reşîd jî li ser îstifaya wê endama Gorranê gotiye, îstifaya wê zêde girîng nîne!

Basnews
Top