• Thursday, 19 February 2026
logo

Heşda şebî hêz dişîne û Pêşmerge jî di amadebaşiyê de ye

Gulan Media December 15, 2017 Nûçe
Heşda şebî hêz dişîne û Pêşmerge jî di amadebaşiyê de ye
Hêzeke zêde ji Pêşmergeyan ber bi nahiya Newcolî ya Kifrî hatin şandin.

Birêveberê Nahiya Newcolî Dilêr Ebdula ragihand ku piştî hin çalakiyên çekdarên Heşda Şebî û komkirina hêzeke zêde yê Heşda Şebî li Xurmatû, wan biryardan ku hêzeke zêde ji Pêşmergeyan li Nahiya Newcolî werin bicihkirin.

Dilêr Ebdula got: Ew his dikin ku çekdarên Heşda Şebî dê bi karekî leşkerî rabin lewma tevaya Hêzên Pêşmerge li navçeyê ketine rewşa amadebaşiyê de, û amadene ji bo bersivdayîna her êrîşekê.

Dilêr Ebdula anî ziman ku îro fermandeyên Hêzên Pêşmerge digel hejmarek ji nûnerên aliyên siyasî yên navçeyê civiyan, û tekezî kirin ku bi ti awayî Hêzên Pêşmerge xwe ji navçeyên nakşînin.

Bajaroka Newcolê ser bi navçeya Kifrê ye û nêzîka 30 kilomitran ji Xûrmato dûr e, û beriya du rojan helîkopterên ser artêşa Iraqê bi hêceta hebûna çekdaran hin gundên wê bordûman kirin.

Top