Rêveberiya Xweser: Me ewqas hêz heye ku li hemberî Tirkiyê bisekinin
Di vê daxuyaniyê de hatiye gotin, ji ber ku Tirkiye di siyaseta xwe de rastî şikestinê hatiye, niha Efrînê tehdîd dike.
Herwiha daxuyanî dibêje, ku Tirkiye bi hinceta şerê terorê derbasî nava sînorên Sûriyê dibe.
Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a li Efrînê daye xuyakirin, Tirkiye projeya çareseriya demokratîk a ji bo krîza Sûriyê dike armanc û tekez dike, hêzên wan bi salan li ser sînor ti gulleyan bernedane artêşa tirkî, lê Tirkiye êrîşî gundên li ser sînor dike.
Encûmena Cîbicîkar dibêje, ew dê bersiva gefên Tirkiyê bi hemû awayên siyasî û serbazî bidin û hêz di dest wan de heye ku li hember Tirkiyê raswetin.
Daxuyanî ji aliyên navdewletî jî dixwaze ku li hember êrîşên Tirkiyê bêdeng nemînin.
Hikûmeta Tirkiyê çendîn caran ragihandiye, ji bo parastina ewlehiya xwe û çêkirina kembereke ewlehiyê li ser sînorê xwe yê bi Sûriyê re dê êrişî Efrînê bike û wê herêmê ji destê YPGê derxîne.
Duh jî Yekîenyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku li ser sînorê kantona Kobanî di navbera şervanan û hêzên artêşa Tirkiyê de şer derket. YPGê di daxuyaniya xwe de gotibû, ku di encama şer de otomobîleke zirhî ya artêşa Tirkiyê hat têkbirin û 2 serbazên wî welatî jî ji aliyê şervanan ve hatin kuştin.
Tirkiye YPG û PYD weke rêxistinên terorîstî bi nav dike û daxwaz ji welatên cîhanê û bi taybet Amerîkayê dike, ku hevkarî û hemahengiya xwe li gel wan rêxistinan rawestînin, lê belê ew daxwaza Enqerê heta niha ji aliyê Amerîka û aliyên din ve rastî pêşwaziyeke erênî nehatiye.
Artêşa Tirkiyê di sala 2016ê de bi operasyona Mertala Firatê derbasî nav axa Sûriyê bû û her ji Cerablusê heta Ezazê û di kûrahiya xaka Sûriyê de jî heta bajarê Babê xiste bin kontrola hêzên xwe û çekdarên gûrpên dijbereya Sûriyê yên alîgirê xwe.
Herwiha Tirkiye ew dema çend mehan e ku hêzên xwe li çend deverên parêzgeha Idlib a Sûriyê jî bicih kiriye û li ser şandina hêzên xwe bo nav xaka Sûriyê berdewam e.
Rudaw
