"Kurdistana xweser wê ava bibe"
Serokê Rêxistina Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) yê berê Michael Hayden li Washgintonê axivî. Hayden li ser rewşa Rojhilata Navîn got, “Êdî dewletên bi navên Iraq û Sûriyê nemane û nasnameya wan a dewletbûnê li paş ma. Li van deveran wê pêkhteyên nû derkevin holê û yek ji van jî Kurdistana Xweser e.” Hayden diyar kir ku ew spasiya Kurdan dikin û wiha got, "Kurdistan xweser wê ava bibe û divê Amerîka ji bo pêşeroja Kurdan bi Tirkiyê re bikeve diyalogê."
Basnews
